Çanda Kurdên Sovêtê- Eskerê Boyik
Çanda Kurdên Sovêtê: Rûpelên Tarîxê, Huner û Rewşenbîrî
Çanda Kurdên Sovêtê, wekî Ansîklopediya Kurdên Sovêtê, bi rastî wekî yekîtiya zindî û dirêj a perwerdehî ya kurdî ve girêdayî ye. Ev ansîklopediya, ku di serê sedsala borî ya tê de destpê dike, li herêma Sovêtê û Kurdistanê şêwazên çandî, hunermendî, perwerdehî û siyasetê dîtine û dihejrîne. Ji Riya Teze heta Radyoya Yêrêvanê, çi biçûk çi mezin, her tiştê bibêje der heqê hemû kes, sazî û bûyeran de, agahî hene.
Çîroka Kurdên li welatên Kafkasan, ku piraya wan Kurdên Êzdî ne, çîrokeke gelek dirêj û berfireh e. Ew çîroka ku ji karesatên serê sedsala borî destpê dike, di xwe de gelek trajediyan dihewîne û di pêşîda çawa xwe vediguhêze şemalekê û şewq dide ser giştiya welêt. Kurdên Êzdî yên herêma Serhedê, ku ji bo xwe ji qir û birê xilas bikin, berê xwe didine Kafkasan. Li Ermenistanê, bi taybetî jî yên ku piştî Şoreşa Oktobirê derketine holê gelek sûd wergirtine û xebatinên pir hêja kirine.
Kelepor û arşîva ku ji wan maye, ji bo me wekî xezîneyeke bêhempa ye. Ev berhema ber dest hewl dide ku wê xezîneyê raxîne pêş me. Taybetiyeke din a herî muhîm ya vê berhemê, nivîskarê wê bi xwe jî yek ji leheng û şahidê heman dewr û dewranê ye. Loma jî, ev berhem ne tenê agahiyên der heqê kes an bûyeran de, di heman demê de, ev berhem wekî berhevoka bîr û bîranînan e jî.
Ji bo hemû berhemên Deng Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Eskerê Boyik vir bitikînin