Birîn

6,94  6,45 

ISBN: 9786058538757

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND-016
Status5 Di stokê de he ne
Kategorî
“…li wir, li welêt me dibihîst, wekî li Sovêtê hemû tişt aza ye. Keko, ez serê te yî ezîz kim, min ew kurdên li Yêvlaxê, nava axa sipî da dîtine vir da, min hemû derd-kulê xwe ji bîr kiriye. Min digot hetanî ez sax im du birînê min hene yek ê zû-dereng bicebire, yek ê min ra here tirbê. Yek ew e wekî, weten mîna keça kezî destê neyaran da ye. Yek jî, keko, ez qurban, wexta em çend pêşmerge daketine gundê me, me dît agir bere gund dane, me ji wî gundî her zarek xilaz kir. Me zar hilda paş da vekişiyan, zarokê dikire nalenal, çavên xwe venedikir. Ew li milê min bû. Em gihîştine çiya, îdî me go, şukur me zar xilaz kir. Lê … Nişkê va me hew zanibû ew xwe da hat, hineka qewat-sihet dane wî. Zarongê çavên xwe vekir, li me gişka nihêrî, vegerî dor-berê xwe mêze kir û bi lewzekî şirîn got:
-Apo, avê bide min.
Bavo, hineka gotin, na avê nedinê, hineka gotin hûn nabînin lêvê wî tî da qerçimîne, tiştekî wî tune, avê bidinê. Me av dayê. Ewî av vexwerinê şûnda got:
-Ax, çawa şirîn e ava weten!
Ev giliyên wî yên dawiyê min ra bûne derdê bêderman. Naha halê wan kurdên hêsîr min ra bû derd-kulê sisiyan. Ev çito azayî ye?”Ahmedê Hepo ji devê Mele Mustefa Barzanî, ku lehengekî vê romanê ye, van gotinan neqil dike û trajedî û “birîn”a salên koçberiyê yên kurdên Qefqazê tîne ziman. Roman ne tenê bi zimanê xwe yê edebî û dewlemend derdikeve pêş, di heman demê de bi lehengên xwe yên “dîrokî” û “çîrokî” jî balkêş e. Ji ber ku li aliyekî Mustefa Barzanî, Erebê Şemo, Rehîmê Qazî, Stalîn, Baxîrov; li aliyê din Kelo, Nado, Rostem, Rihan, Seyran hene. Birîn, ji bo kurdên sirgûnbûyî yên dewra Stalîn belge-romanek e.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman
Kategorî

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar