Bîranînên Min

15,85  13,47 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059014694

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-195
Status3 Di stokê de hene
Categories,

Bîranînên Min Agahî

Di vê belgeya dîrokê ya giranbiha de, têkoşer, welatperwer, sîyasetmedar û nivîskar Osman Sebrî behsa kitekitên pir girîng ji dîroka gelê Kurd a nûjen dike. Ji zarokatîyê bigirin heta bi xortanîyê. Ji Şoreşa Şêx Seîdê Pîran heta bi çalakî û hewldanên sîyasî û leşkerî yên Partîya Xoybûnê, Osman Sebrî perdeyê ji ser gelek hûrgilîyên veşartî hildide û me wer dike di deryaya şikestin, malwêranî û kambaxîyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê welêt de.
Gorbehişt Osman Sebrî ku her demê wekî Kurdperwerekî xwedî pênûseke tûj hatiye nasîn; di nav bîranînan de jî mohra xwe li dîroka xebata gelê Kurd daye û rastîya şilfîtazî li ber me raxistiye. Di vegotina bûyer û qewimînên Şoreşa Şêx Seîd de, li ser sedemên têkçûna Şoreşê radiweste û kil û kêmasîyên civaka Kurd a derebeg û paşverû di wê demê raber dike. Her weha di dema sirgûn û “geşta” li zindanên dewleta dagirker de, ew bi dûrûdirêjî behsa dexs, xêrnexwaz û “kurmên darê” yên Kurd dike ku çawa li dijî birayên xwe pişta dijminê xwe digirin!Mêrxasî û tirsonekî; camêrî û qelsî; welatperwerî û xinizî; serîhildan û serîçenadin; rêzdarî û bêrêzî: Kurdistana ku her û her welatê nakokîyan bû, vê carê bi zimanê kurê xwe yê çak û xweşmêr -Osman Sebrî- dipeyive.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar