Bîranîn 1

12,55  10,67 
-15% Erzanî

ISBN: 9786257734271

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUsitav058
Status1 Di stokê de hene
Categories

Bîranîn 1-Dr. Yekta Uzunoglu 

Bîranînên hin kesan hene dîrok bi xwe ne. Mirov di wan de dîroka serdemekê dibine. Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu ya bi navê Bîranîn 1 jî ji wan bîranînanin ku dîroka serdemekê di nava xwe de dihewîne.
Mirov di vê berhemê de hînî gelek bûyer, serpêhatî, agahî û zanyariyan dibe ku qet nayên zanîn. Gelek rûpelên dîroka binaxkirî bi saya berhema bîranînên Dr. Yekta ji bin axê derketine, bi bîranîn û jiyana Dr. Yekta re gihîştine ber deste xwendevanan.
Di vê berhemê de hevpeyvîneke dûv û dirêj li gel Casimê Celîl û yek jî li gel Prf. Dr. Heciyê Condî ku di sala 1979’an de kirine ku mirov bi wan hevpeyvînan hem jîyana wan hîn dibe, hem bi jiyana wan re qirkirin û surgûna kurdên êzdî hîn dibe. Bi wan hevpeyvînan mirov jiyana belengaz ya civaka salên 1900’an heta salên 1980’an dibine.
Dîsa mirov di bîranîna makaleya “Melyaketên Parêzkar Ên Muzîka Kurdî” de di şexsê kedkarên qedîm yên radyoyê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd de serpêhatiya Rodyoya Êrîvanê, cara yekem li ser navê radyoyê derketina Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd bo Evropa û li wir dayîna konsera Newrozê û li wir belavbûna deng û navê radyoya Êrîvanê dibine.
Her wiha mirov di wan bîranîn de gelek hêlên civaka kurdan, gelek hêlên kesayetiya kurdan yên wekî mêrxazî û tirsonekî, welatperwerî xiyanet, tarî û ronahiyê dibine. Di vê berhemê de jiyana li gel Dr. Qasimlo bigre heta Kamûran Alî Bedirxan, avakirina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê heta yekem Weşanxaneya kurdî li Ewropa ya îllegal, têkilî û dostaniya li gel gelek kesayetên dostên kurdan yên Ewropî gelekên din cih digirin.
Dr. Yekta Uzunoglu di vê berhemê de ne tenê hin bûyerên dîrokî hînî me dike, di heman demê de carinan me dibe nava rûpelên dîrokê, carinan Seleheddînê Eyûbî bi me dide nasîn, carinan yekem Xaxama jin Asenat Barzanî û gelekên din.
Ev berhem tijî ye ji agahiyên xweş û şirîn.

Agahî

Weight 0,25 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613