Bila Welat Sax Be

11,17  9,49 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786258383393

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA457
Status2 Di stokê de hene
Categories

Di tarîxa nêzîk a kurdan de, gelek mele û alimên ku li medreseyan perwerde dîtine, di bizava kurdayetiyê de bi roleke girîng rabûne. Mele Evdilkerîm Ceyhan jî, di salên 1960-1970yî de bi ilm, karîzma û kurdperweriya xwe bûye îdolek. Hin kesan jê re gotiye “meleyê komunîst”, hinan jî gotiye “kurdçî.” Mele Evdilkerîm, di ti şert û mercî de ji  kurdbûna xwe bi paş ve gav navêtiye û ev gotina wî ya navdar, wekî sembola welatperweriya wî ji nifşên din re maye: Bila Welat sax be!

Di vê kitêbê de dost, heval û hevriyên Mele Evdilkerîm Ceyhan, behsa wî dikin. Ev kitêba li ser Mele Evdilkerîm, ne tenê nasandina şexsekî ye, ji bo tarîxa nêzîk a tevgerên kurdperwer jî çavkaniyeke gelek muhîm e.