Bendname

9,86  8,38 
-15% Erzanî

ISBN: 9786056433191

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND-037
Status10 Di stokê de hene
Categories
Bendname, di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin. Berhem, kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw, di xwe de wan şert û mercên civakî, siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin. Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike. Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike, cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze. Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe, dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe..

Agahî

Weight 0,28 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar