Ev xebat wekî tezeke masterê hatiye amadekirin û derpêşkirin. Helbet, çendî ku wek xebat û berhemeke kesîdeyî afirîbe jî, ji gelek alîyan ve hewceyî xwendina giştî ye. Loma jî, min hêvî ye ku nirxandin û dahûrandinên di vê pirtûkê de hatî kirin, di biwara bêjarê (discoursê) de, bibe rêyeke ji gelek rêyan a dahûrandina di vî warî de ku her hewl hatiye dayîn ku sedem û bingehên hebûna kurdan were pêdandin û peyitandin.
Di vê xebatê de, pêşî ji bo danîna bingeha tezê, hewl hatiye dayîn ku; bi kurtasî têkilîya têgihên modernî, netewe û neteweparêzîyê bê dîyarkirin. Di ser vê bingehê re, pêşî lêkolîn li ser sedema afirîna neteweyan hatiye kirin da ku sedem û qonaxên netewebûnê ku di ser gelên etnîkî re û di ser afirandina neteweyan re pêk tê, bê aşkerakirin.
Her wiha, ji bo çêtir têgihîştina mijarê, wek gelekî etnîk, lêkolîn li ser neteweya kurd hatiye kirin û wekî destpêk ramana neteweparêzîya kurd hatiye gengeşekirin. Û digel van yekan jî, bal li ser jêderkên etnîkî û ramana neteweparêzîya kurd hatiye kişandin.
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613