Bazinê Pola

7,59  7,06 

ISBN: 978-975-8242-66-5

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUARAM55
Status2 Di stokê de he ne
Kategorî

“Dengê Tekîn him bilind bû û him ji pir zîz bû. Hema bi gotinên wî re bû xurme xurma guleyan. Leşker li biniya me, li rastê bûn. Em li berwar bûn û nêzî zinaran bûn. Min hema zûka bi lezgînî hesp ber bi zinaran ve kişand. Hê me xwe negihandibû zinaran, gule wek taviya teyrokê bi ser me de barîn, hespê şînboz di destê min de ket erdê. Tekîn ji ser pişta wî kete xwarê û ber bi jêr ve tilol bû. Min jî xwe avet erdê û ber bi aliyê ku gule jê dihatin ve çend gule reşandin. Kêliyekê dengê guleyan sekinî.

Şînboz birîndar bûbû. Xwîn ji birînên wî diherikî û berf bi xwîna şînboz sor bûbû. Şînboz, carinan serê xwe radikir, firnikên bêvila wî fireh dibûn, çav lê zoq dibûn û cardin serê xwe bi hişkî li berfê dixist û dîsa stûyê xwe dirêj dikir. Bi wî awayî dixwest întixar bike, gavekî zûtir ji wê rewşa kambax rizgar be. Diyar bû  êş û janên mezin dikişandin. Çavekî min li ser şînboz bû û yê din jî li ser Tekîn bû, lê hişê min jî li ser kesên ku em gulebaran dikirin bû. Ez çarçav bûbûm. Min nizanibû, ez ê çi bikim.”

Agahî

Weight 0,55 lbs
Rûpel
Weşanxane
Ziman
Nivîskar
Kategorî
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613