Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê

7,99  6,79 
-15% Erzanî

ISBN: 9786258383683

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUavesta648
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê-Kawa Nemir

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, rê-şi’reke şa’ir Kawa Nemir a epîk e di nava salan (2012-2019) re zayî ji ava tenîsk a serekaniyên pak î zelal ên Kurdiya Kurmancî, ne ku bi tenê şi’ra rêwîtiyeke du şa’irên ‘eyan î Kurdên Kurmanc e, her wisa jî mişt e ji hurmet û siyaneta şa’irekî bo şa’irekî gewre yê zimanê me yê birîndar î di nava lepên kotik ên xwedî û xwedanên xwe de pinciriye… wekî tê de geh ‘mêjiyekî mêjûyî’ hatiye bi riya hildana nav û qewamên ku ji hêsiyên rêwîtiyekê de bi kêlên tenik ve carê têne xuyanê… wekî tê de ‘bedewiya zimanî’ hatiye bi riya Kur(d)manciya ku xwedanê qelema vê şi’rê (sî û pênc salan li cem xwe) bi nûbarî berevanî jê kiriye û bûye yek ji wan qûçdaneran û tixûbdaneran… wekî tê de hatiye aniye gotiye kurt û bi Kurmancî, “Şa’ir Arjen Arî yek ji wan gewreyên we bû ku we bi destên xwe yên ‘xwe-nemam’ bi saxî çe‘hl kirin”…

Lê belê şa’ir Arjen Arî, li ser navê û bi navê hevrêyên xwe yên xaseşa’irên xwedanxasenezer, dê berdewam bibe bi şi’ra xwe ya xas û bi duristkirina xewna qewmê xwe yê nedar û belengaz.

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, şi’ra rêwîtiyeke bi salan berê berev Panosa Qerekilîsa Bakurê Kurdistanê – yek jê tevî xweliya Kurdistana xwe ya ‘ezîz bûyî û yek jê jî xweliya bedena wî jî dê venegere Kurdistana ‘ezîz – ya du şa’irên ‘eyan ên Kur(d)manciyê, bi sêwiran û xetkêşana nivîskar û hunermend Şener Ozmenî ve, li ser destê Weşanxaneya Avestayê, êdî tevî kelepora dêrîn a şi’ra Kur(d)manciyê ye!

 

 

Ji bo hemû berhemên Weşanên Avesta vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Kawa Nemir vir bitikînin

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Isbn
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613