Bi çûyîna wê, Reca îxanet li soza me kir. Em fêr bûbûn ku em kelûpeleke ne sûdmend in li sûka zewacê, ku em şeş strî di gewriya bav û diya min de bûn, ji ber ku kesî em nexwestin. Piştî rawestana me, Reca hilbijart ku bi mirinê re bizewice. Reca keçika por qijok, laş nerm, ji qîrecîra mirinê ser textê hesinî li nexweşxaneyeke giştî ditirsiya, jê baz da çû mirineke nerm li ser nivîneke tenik li erdê malê. Ez nizanim çend roj derbas bûn berî ew bar bike. Ez nizanim çawa qulibûna rewşa me şayas bikim, bêdengiyê li mala me hilweşîneke bilez belav kir ji ya giran ku em li ser fêr bûbûn tundtir bû. Di rewşa êşê de, Reca mîna cêwrekekî dike kûzkûz û dinale, ji kûzkûza wê bavê min direve dewama xwe sa’etekê û vedigere, diya min şorbeya birincê û ava mirîşkan pêşkêşî wê dike, Reca vedixwe bi hêsanî di devê wê re derbas dibe. Nema dipeyîve. Bi hêmayan rûpeline xwestin, hin wêne û navên me li ser xêz kirin û destê wê ket. Pênûs ji dest ket û germahî jê çû.Hûrguliyên cenazeyê, mirineke din e. Bajarê me ku li ser rêûresmên mirinê gelekî serf dike, ji ahenga dayîkbûnê, zewacê an serkeftinê bêtir, li ser baştirîn jin cenazeyeke bêhempa weke ku ji qelstirîn mêr re hêja nabîne. Ev cenazeya keçika sêyem ji şeş keçan, ne bedew e, ne serkeftî ye û ne xwedî hebûnek e, di ser wê de jî ew keça bavê Memdûh e, karmendê ji asta sêyem, yê ji gundê xwe hatiye bajêr piştî ji xwediyê xwe qeherî û dest berda, mêrê ku kêmcaran serdana kesî dike an kes serdana wî dike, û cîran dara malbata wî rêz nakin!Di ser wê de Reca bi nexweşiyeke nediyar, bar kir.
Av Nîne ku Tehna Wê Biṣikîne
16,90 € 14,37 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786258383072
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,50 lbs |
---|---|
Nivîskar | |
Weşanxane | Weşanxaneya Şilêrê |
Rûpel | 294 |
Sal | 2022 |
Ziman | Kurmancî |
Pîvan | 13,5 x 21 |
Werger | Welîd Remzî Bekir |
Isbn | 9786258383072 |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613