Asingerê Kor-Kovan Sindî
Çi caran bi xerîbîyê ne lorîne, jiber ku jiyan bi xwe xerîbî ye. Ma mirov kê derket ku xwe rastî nas kiribe? Vêcar xembar nebe, çimkî xerîb dibêje ku roja yekê di şopên xwe de vegerê.
Ez hevokan xwe jê birim û bi xwe mijûl bûm. Ji nû ve gotim ku baweriyek heye, ku bîranînên zarokatiyê heta mirinê ji bîra mirovî naçin. Ew bajêr ketîbû di xewa tarî de. Bê deng bû, şev da bû nivaduwê. Tenê hinek penceran ronahiyekê nîşan didan. Piraniya malan wek xewnên reş xuya dibûn. Di cadeyan de tiştêk nayê dîtin, tenê hin caran kitikek yan pêlek reş di kolanan de winda dibûn.
Gaziyên hinek pepûkan, ji dûr, ji aliyê xorhelatê ve têper dibûn, ez jî ji ser ta pêyan vedilerizandim.
Li derê mala xwe rawestiyam. Pêlek sar wek ava berfê qerisandim. Di nav zengiya tirsê de bûm, lê her çend bê deng bûm. Destê xwe dirêj kirim ku dergêhê bikutim, lê destê xwe paşda vekişandim. Di naxê xwe de gotim: “Ma çima ez dê, Yasemînê yan dayika xwe ya belengaz ji xew hişyar bikim?” Di vê nîvşevê da ne ku bitirsim. Hema baştir e ku xwe bi hêdî bi ser dîwar bihavêjim û biçim di mal da.
Ji bo hemû berhemên Weşanên Peywend vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Kovan Sindî vir bitikînin