Analîzeke Sosyolînguîstîk Li Ser MORFOLOJİYA NAVDARIYA DEVOKÊN KURMANCî

14,93  -10% 13,44 

ISBN: 9786257568821

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPEYWEND195
Status2 Di stokê de hene

Ev pirtûka di destê we de morfolojiya navdêrî ya sê devokên kurmancî ji hêla sosyolînguîstîk ve nirxandîye. Di naveroka vê pirtûkê de ne tenê ev devok hatine nirxandin lê di heman demé de termên bi morfolojîyê re eleqedar, û morfolojiya kurdî bi xwe bi awayekî berfireh hatine terîfkirin. Bi taybetî, taybetîyên morfoloji- ya navdêrî ya kurmancî yên avanîya îzafeyê, zayend, rewş bi hemû aliyên xwe ve hatine nirxandin. Di mijara îzafeyê de îzafeya berfirehbûyî û di mijara zayendê de sîstema dîyarkirina zayenda navdêrên kurmancî li literatúra kurmancî hatine zêdekirin ku heta niha li ser van mijaran xebatên bi hurgilî bi kurmancî û tirkî nehatibûn kirin. Dîsa di mijara rewşê de avanîya ergatîf, eslê wê di zimanên Îranî de û pêvajoya dîrokî ya rewşên gramatik bi awa- yekî berfireh hatine nîqaşkirin. Ji bilî van taybetîyên bingehîn, taybetîyên morfolojîya navdêrî ya sê devokên kurmancî bi nirxên dîsîplîna sosyolînguîstîkê ve hatine analîzkirin. Ji bo analiza van devokan axêverên her mintiqê ji hêla zayend û emr ve hatine dabeşkirin. Pirsên li wan hatî pirsîn jî ji hêla nivîskarê vê pirtûkê ve hatine amadekirin ku ji nêzîkê 200 pirsan pêk tên. Bikaranînên cuda yên axêveran hem di çarçoveya zayend û emrê wan de hem jî di çarçoveya cudahîyên devokî de hatine nirxandin. Gelek caran em rastî bikaranînên cuda yên balkêş hatine. Wekî, di devoka başûrê rojava de partîkelên îzafeyê ne li gorî nêrbûn û mêbûnê lê li gor însanbûn û neînsanbûnê hatine senifandin. Dîsa ji hêla bikaranînên cuda yên axêveran ve wexta tê nirxandin, axêverên heritage gelek avanîyên ecêp lê bi wate bi kar anîne.

Mijarên li jorê hatî rêzkirin û gelek mijarên din yên bi morfolo-

jîya kurdî ya navdêrî ve eleqedar di nav vê xebatê de cih digirin.

Agahî

Weight 0,38 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613