Termosê Spî yê Biçengel – 600mlt
Termosê ku bi sublîmasyon û çapa lazêre re ahengdar e, bo sporvan, melevan, duçerxevan, xwendekar, pîknîkvan, meşvan û kampvanan berhemeke mukemmel e.
Bi xwe re gerandina wê gelekî hêsan e û tirûşdar e, ev jî tê wê wateyê ku li hember derbe û ketinan tirûşdar e. Her wiha şûşeyeke avê yê biîzolasyon e ku di rojên germ yê havînê de ava we hênik dihêle û dibe alîkar ku vexwarina we bo demek dirêj cemidî bimîne. Sêwirana wê ya ku nahêle av jê binizile, dihêle ku hûn vexwarina xwe bi awayekî ewle bi xwe re bigerînin. Her wiha guncavbûna wê ya bo vexwarinên biasît avantejeke gelek mezin e. Ev termûz an jî şûşe bo bikaranîna rojane gelekî pratîk e, ev jî dike ku hûn wê bi rehetî bi xwe re bigerînin. Hem ji bo çalakiyên sporê hem jî bo bikaranîna jiyana rojane vebijarkeke îdeal e.
TAYBETMENDIYÊN BERHEMÊ
Malzeme: Şûşeyê bafon yê bikarabîner
Kapasîte: 600mlt
Firehî: 7,3 cm
Bilindahî: 22 cm
Sermayê 10-12 saetan diparêze.
Di devgirê de çengela wê heye.
Guncav e bo temasa xwarin û vexwarinan.
Bo vexwarinên germ ne guncav e.
Bi saya sêwirana wê ya ku nahêle av jê binizile, bo vexwarinên biasît jî guncav e.
TELÎMATÊN BİKARANÎNÊ
Berî bikaranînê hemû parçeyan bi ava germ û sabûnê bişon.
Dermanê cilşûştinê an jî paqijkerên ku klor di wan de heye, bi kar neyînin.
Bo bikaranîna hûrepêlê ne guncav e.
Gava parçeyên wê yên plastîk bigihê germahiyê dibe deformasyon çêbibe. Ji lewma parçeyên plastîk temasî pedê germiyê nekin.