Adat û Rusûmatnameya Ekradiye

9,94  9,24 

ISBN: 9786055683283

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-109
Status5 Di stokê de hene
Kategorî
Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye yek ji bi dehan berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58’an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Hemû alîyên urf û adetên Kurdan, bi awayekî kurt, lê tijî û dagirtî raxistine ber çavan. Ji ber vê yekê, ev berhemeke sûdbexş e û ji bo civaknasîya Kurdî çavkanîyeke hêja û biqîmet e. Di vî warî de jî tekane ye.
Mela Mehmûdê Bazîdî, nivîskar û zanayekî Kurd ê gelekî piralî û têrberhem e. Ew hem dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas û di pêşîya hemûyan de jî civaknas e.Di vê berhema nirxdar de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî, tîpguhêzîya bi tîpên Krîlî û nivîsa resen a bi tîpên Erebî di pirtûkê de cih digirin, ku ev yek bi tena serê xwe dikare bibe çavkanîyeke hêja ji bo xwîner û lêkolîneran ku xebatên xwe yên akademîk di derbarê vê berhema Kurdewar a dîrokî de bidin meşandin û alîyên wê yên cihêreng vekolin.Ev kitêba di nav destên we de, yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser Kurdan e ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Weşanxane
Nivîskar
Werger
Kategorî
Isbn
Pîvan
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar