Abşûran

7,52  6,99 

ISBN: 9786257383059

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNU-127
Status1 Di stokê de he ne
Kategorî,

Elî Eşref Dervîşîyan ji bo edebîyathezan gelek berhemên giranbiha hêlane. Piştî mirina wî bi çar salan, du berhemên wî yên kurteçîrokan bi Kurmancî hatin wergerandin. Ev her du berhem di nav projeyeke wergêranê ya “edebîyata zarok û nûciwanan” de hatiye hilbijartin ku dê gav bi gav ji Weşanxaneya Nûbiharê biweşin.Dervîşîyan di van her du berheman de alema zarokên Kêrmanşahê ripîrût raxistiye ber çavê me. Çima ku Dervîşîyan jî Kurdekî Kêrmanşahê ye, dema bê xwendin dê Kurdekî Serhedî, Binxetî, Botî, Behdînî, parçeyek ji zarokatîya xwe tê de bibîne. Dê dêya xwe pir bişibîne bi dêya Eşref, birayên xwe bi birayên wî -Ekber û Esxer- û dê gotinên bavê xwe bibihîze di nav gotinên bavê wî de. Dê lîstikên xwe, xeyalên xwe, hejarîya xwe, şadî û bextewarîya xwe ya di quncikên feqîrîyê de lûsîyayî hîs bike.

Berhema Eşrefîyan ya Abşûranê

Dîyar e Dervîşîyan di van kurteçîrokan de qala zarokatîya xwe dike. Bi Abşûranê dest pê dike ku di nav kurteçîrokên wê de Eşref hêj xwendekarekî dibistana navîn e. Alema wî Abşûrana (çem) ber derê mala wan, sekitîna seyan, xwedîkirina pisîkan û nehsîyên zarokên mehela wan e. Hêvîya wî xwarineke xweş û lîstikeke bêserûber e. Arzûyên wî hêj tam nebişkivîne û xwe nedane der. Digel vê Eşref tenê behsa alema xwe bo me nake di Abşûranê de. Bi qasî wê, alema mezinan jî nîşanî me dide ku ew di nav tirbe, dia, nivişt û pêlên hejarîyê de her li ser tatika şûr in. Eşref, Ekber, Esxer ku her sê karakterên kurteçîrokan in; alema wan bi qasî çîyayê Bêsitûnê ji alema dê, bav, xal û bapîrên wan ango mezinan dûr e. Herçiqas Eşref weku vegêrek di van çîrokan de qala zarokatîya xwe bike jî mirov pê dihese weku kamerayekê li derdor, malbat û civaka xwe jî temaşe dike û ji me ra bi çavê zarokekî behsa wan dike an jî rexne dike. Belkî jî Dervîşîyan dixwaze vê nîşanî me bide ku Eşref bo wî tenê temsîlkarek e. Helbet çavên rexneyî yên Eşref tenê di Abşûranê de me zûr nahêle li ser van nelihevkirinên xwe û civakê. Ew her ku mezin dibe, Dervîşîyan jî li gorî temen û hîsiyata wî perspektîfa wî berfireh dike ta ku xwe digihîne nûciwanîya wî.

Berhema wî ya Demsala Nan

Paşê Dervîşîyan bi Demsala Nan dixwaze nûciwanîya Eşref raberî me bike. Eşref, Ekber û Esxer her sê birayên bi hev re mezinbûyî, di Demsala Nan de jî silavê li me dikin. Eşref her çiqas derbasî lîseyê bûbe jî hêj bi Ekber û Esxer re zarok, bi ruhê xwe re jî nûciwanekî aşiq, serhildêr, dilsoz û bê tirs e. Pêlên hez û evînê, pêlên fikr û ponijînê ji dil û aqilê Eşref dernayên di Demsala Nan de. Ew geh dibe evîndar, geh dibe şoreşvan, geh dibe hevalê Ekber û Esxer, geh dibe hevxemê dêya xwe. Eşref çiqas ji bavê xwe dûr e, hewqas jî nêzî dayîka xwe ye bi hest û gîyanê xwe mîna gelek nûciwanên Kurdan… Dê ji bo Eşref zarokatî ye, bav jî temenmezinî ango mezinatî…Eşref nûciwanek e di navbera her duyan de, xwe ji hembêza bav bêtir davêje pêşa dê. Eşref bo me carinan behsa eşqa yekem û hîsa wê dike ku hema hema herkesî vê bi şikilekî tamijandiye û gelek caran jî veşartiye. Carinan behsa hesta mezinbûnê dike piştî ku bavê wî ji ber qaçaxçîtîyê tê girtin.Esil gelek zarok, bi taybetî yên Kurdan weku Eşref zû mezin dibin. Carinan hêj nagihêjin tahma azadîya zarokatîyê, tu hew dinêrî tofanek bi ser wan de hatiye û êdî ew mecbûr in bikevin şûna bavê xwe. Eşref jî wisa ye di Demsala Nan de. Çi di Abşûranê çi jî di Demsala Nan de Dervîşiyan şêwaza xwe ya mîzahî jî nîşanî me dide. Ew jî baş dizane ku mîzah û rexne destebirakên hev in. Piranîya rexneyên wî yên ku bi çav û zimanê Eşref radigihîne me di nav hêma, metafor û honakên mîzahî de veşartî ne. Lê ne mîzaheke çêkirî… Mîzaheke heyî, mîzaheke realîst e ev.

 

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Rûpel
Sal
Werger

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar