Bazeber

15,97  13,57 
-15% indirim

ISBN: 9786257253208

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-034
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Bazeber Agahî

Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine.
Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.
Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613