Hezkirin tekane rê ye ku mirovayetiyê ji hemû nexweşiyan rizgar bike, û tekane rêbaza ku hûn pê gelê xwe ji koletiyê xilas bikin di wê de ye. Tu dibêjî ingilîzan gelê te kiriye kole û ew bi xwe ve girêdaye ji ber ku gelê te têra xwe li ber xwe nedaye û bi zor bersiv nedaye zorê. Lê rewş tam berovajî ye. Ger ingilîzan gelê Hindistanê kiribin kole, ev ji ber vê ye ku gelê Hindistanê qebûl kiriye û hê jî qebûl dike ku zor rêgeza esasî ya nîzama civakî be.
“Ger xelkê Hindistanê bi zora şidetê hatibe kolekirin, ev tenê ji ber wê ye ku ew bi xwe bi şidetê jiyane û dijîn û qaîdeya ebedî ya hezkirina di mirovayetiyê de nas nakin.”Lev Tolstoy
Tolstoy, nivîskarekî mezin ji Rusya; Gandhi, şexsiyetekî girîng ji Hindistanê, bi rêya mektûban li ser şidet, berxwe(ne)dan, dîn, bindestî û hezkirinê… dipeyivin. Gotinên wan hê jî wek stêrkekê li esmanên Rojhilatê şewq didin.Weşanxane: Avesta
Nivîskar: Tolstoy
Wergêr: Fahrîye Adsay
Cûre: Lêkolîn
Rûpel: 60
Ziman: Kurdî
Sal: 2020
Pîvan: 10×15
ISBN: 9786257253048
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613