Bajarê Mosîqarên Spî

24,11  20,49 
-15% Erzanî

ISBN: 9786257253871

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVESTA-249
Status3 Di stokê de hene
Categories

Bajarê Mosîqarên Spî – Bextiyar Elî

Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran.

Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin, berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên ‘60î heta salên ‘90î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.

Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din. Mosîqarê ku balinde pê re difirin, efserê ku bêhna porteqalan jê tê, doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne, sozaniya ku perperok li dora wê digerin…

Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de, tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de.

“Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê, di demeke ku civak ji wan bêpar e, hesreta xweşikbûnê, rastiyê, resentiyê, evînê û edaletê sembolîze dikin.” – Haşim Ahmedzade

“Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj, koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî.” – Stefan Weidner

Ji bo hemû berhemên  Bextiyar Elî vir bitikînin

Ji bo hemû berhemên  Avesta Yayınları vir bitikînin

 

Agahî

Weight 0,85 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar