Tew nebe ji bo me kurdên bakur mirov dikare bêje ku her roja ku diçe pirtir mirov dixwazin dîroka kurdan hîn bibin. Ev 30 sal in ku li bakur pirtûkên di mijarê de balê dikişînin. Di dawiya dawî de her kurdek dê rojekê meraq bike bê ew ji hatine, wan çi kirine û çi hatiye serê wan.***Pirtûka navborî ji bîranînên Refîq Hilmî pêk tê, ku bêhtir der barê Kurdistana Başûr de ye. Hilmî der barê dema Şêx Mehmûd de çavkaniyeke sereke pêşkêşî me kiriye ku bîra me ronî dike. Di dîrokê de jixwe çavkaniya herî mezin û bi îtibar ew ku ji aliyê nivîskarekî wisa ve hatibe nivîsandin ku bixwe dîtyar û şahidê dema navborî ye. Piştre dor tê ser dîroknûsên ku der barê demê de bi çavkanî û belge nivîsandine.Mijarên ku di wê demê de her kes meraq dike û hêjayî xwendinê ne, têkiliyên navbera kurdan û hêzên din de ne. Mînak têkiliyên navbera Şêx Mehmûd û îngilizan de mijarek bi serê xwe ye. Piştre jî têkiliyên navbera Şêx Mehmûd û tirkan de ye.Di wan deman de çi bûyer bûn, têkiliyên dewletan çi bandor li ser kurdan kirin, kurdan li hember bûyeran çi kirin, çawa helwest nîşan dan, kurdan çi nenirxandin û çi derfet ji dest berdan. Carinan nivîskar nîne ziman jî xwendevan têra xwe ji bûyerên hatine nivîsandin û tiştên hatine gotin encamê derdixe.Berhemên bi vî rengî mirov jê sûdê wergirin di soranî de hebin jî, her tim mirov wisa ne bi şens e ku kesekî wekî Ziya Avci li kurmancî wergerîne û mirov pê xwe bigihîne çavkaniyên bi vî rengî sereke.Yadaşt yek ji wan pirtûkan e ku di pirtûkxaneya Dîroka Kurdan de dê her dem cihê xwe yê girîng bigire û divê mirov bi baldarî bixwîne.