Êdî Dereng Bû

7,74  6,58 
-15% indirim

ISBN: 9786059014199

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-167
Status3 Di stokê de hene
Categories
Di çîrokên vê berhevokê de, wekî nivîskarîya xwe ya herdemî, Emerîkê Serdar zimanekî afirîner, zelal, fêmbar û nêzîkî gîyan û ramîna civakê bi kar tîne û ev yeka han nivîskarîya wî li ber dilê xwîneran şîrîn dike.Di çîrokên xwe de, Emerîkê Serdar dide dîyarkirin ku ew nivîskarekî zana ye, nêzîkî êş û mijûlbûnên gelê xwe ye û dizane çawa û kengê destê xwe dayne ser birînê û bibe vebêjerê jan û xerîkbûnên civaka xwe.
Pirtûka “Êdî Dereng Bû”, berevoka çîrokên teze û rastgir e. Di vê berhemê de sêzdeh çîrok, neqiş û nîgarên hûr cî digirin. Hin çîrok di der heqê dayîka xebathez û xemxwir de ne; nivîskar di van çîrokan de jîyana dayîkê, xem û xeyalên wê, dilovanî û dilnazikîya wê berbiçav dike. Nivîskar bi dûrûdirêjî li ber keda dayîkê radiweste û dide dîyarkirin ku heta zarok mezin nebin û nebin dê û bav, ew ê tu carî keserkêşî, cangorîtî xemxwirîya dayîkê fêm nekin.Bi zimanekî civakî û rastîgirîyeke nazik, çîrokên Emerîkê Serdar li derîyê dilê me didin. Ev berevoka Emerîkê Serdar a duyem ku ji çend çîrok, neqiş û nîgarên hûr pêk hatiye, di sala 1979’an de li Êrîvanê bi bi tîpên Kirîlî hatiye çapkirinê, vê carê jî ji Weşanxaneya Lîsê bi tîpên Latînî derdiçe.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Sal
Rûpel
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar