Stêrka Xuricî Ferêt zemanê qedîm û îro tîne ba hev û bi rêya vegotinên paralel, çîroka ava kirina berhemên antîk ên Komagenê û çîroka xirakirina wan bi hev re vedibêje. Çîrokek me dibe zemanên xwedayan û nîşanî me dide ka çawa Samosê nivîsar bi fermanên Keyser, gotinên wî yên yezdanî dinivîse û Hoste Zosîmos wêneyê evîna Samos Stêraya kulek wek rûyê keybanûyê neqş dike.
Çîroka dinê ya arkeologê Alman Dorner e ku keşifkirina berhemên derdora Ferêt û aqûbeta wan a trajîk a di sedsala bîstan de nîşanî me dide. Berhem çi qas bi bikaranîna nivîsên li ser gilkevalan û serpêhatiya Arkeologê alman tehma belgeromanê bide jî, lê kamilbûyîn û evîna Samos xwendevanan dibe nav çîrokeke dilbijok.
120 rûpel, roman, 2015 Stenbol
***
NIVÎSA PAŞBERGA ROMANÊ
Stêrka Xuricî Ferêt… Romana serdema Kommagene ya ji herêmeke Kurdistanê ya reh û rîşalê Mezopotamyaya Jorîn dihundirîne, babeteke dîrokî têkîldarî dîroka kurdan a serdema antîk raber kiriye. Romannûs romana xwe li ser bizaveke pêknehatî ya Mehmed Uzunê nemir nivîsandiye û xeyala wî ya nivîsîna romana şûnwarên Şaristaniya Berferêt bi serkeftî pêk aniye.
Weke şêwaz serdema Kommagene ya lehengê wê Samos û salên qirna bihorî 1938, 1951, 1984 ên arkeologê Alman tê de cih digire, ji bo xwendina romaneke dîrokî ya ku li ser sînorên rikberiya zor a împaratoriyên Part û Romayiyan, li peravên çemê Ferêt bi baweriya Mîthra ji sedsalekê zêdetir di nav ronahiyê de jiyayî, kêfxweşiyekê dide mirov.
Roman li dijî helwesta welatên desthilatdar ên ku naxwazin dîroka kurdan û ya xaka wan eşkere bibe ku ji bo bermayiyên dîrokî yên ji me re mîrate mayî binavkirin û hilweşandinê layiq dibînin, vegotineke wêjeyî ya di nava cîhaneke sazkirî de dibe bersiveke bedewtirîn ku bi du evînên serdem cuda re digunce: Evîna Samos û Stêra û evîna Dorner a bi arkeolojiyê re.
Yaqob Tilermenî