Dema mêvantîyê dest pê kir…
Rêwî dixwaze li mala her Kurdekî bibe mêvan…
Kê ku derê mala xwe jê ra vebike…
***
Rêwî, navê romana İkram Oğuz ya duyemîn e.
Ji alî weşanxane ya DOZ, li Stenbolê hatîye weşandin.
Rêwî, romaneke demki ye.
Mijara romanê di navbera salên 1960î û 80yî da derbas dibe.
Di destpêka salên Şêstî da, hemû serhildanên Kurd têkçûne, gelê Kurd bê deng û bêçare ye.
Dewlet vala nasekine.
Li her gundekî Kurdistanê dibistanan vedike.
Bi rûyekî nû û bi amûrekî nû li seranserî Kurdistanê bi cîh dibe û çerxa asîmîlasyonê dest pê dike.
Nivîskar, di şexsîyeta lehengê romanê Rêwî (Tajdîn) û Şêx û Mamoste da nakokîyên di navbera gelê Kurd û devletê da, nakokîyên navxweyî yên di civata Kurd da, bi nimûneyên balkêş û bi zimaneke zelal dide ber çav.
Lehengê romanê Rêwî, di heftsalîya xwe da, di dibistana ku di gund da vedibe, dest bi xwendinê dike.
Di dema xwendina xwe ya dibistanê da, xwe di navbera du rêyan da dibîne.
Li alîkî Şêx, li alîyê din jî Mamoste…
Her yek li serê rêyekî sekinîye û Rêwî ber bi xwe dikişîne.
Mamosta bi rîya asîmîlasyonê wî ji ziman û çanda wî, ji kok û dîroka wî dûr dixîne, Şêx jî li ber pêşveçûna wî disekine…
Dibistan diqede, Rêwî di çardeh salîya xwe da bi malbatî koçberî bajêr dibe. Di nav bajarekî rengîn û tevlihev da weke karkerekî zarok bi kedxwarîyê ra rû bi rû dibe.
Ji dibistan û xwendina dibistanê dûr dikeve…
Ji bo jîyaneke bi rûmet û dewlemend li rêyeke nû digere û di wê rêwîtîyê da xwe wek karkerekî civan di nav refên şoreşgeran da dibîne…
Dest bi xwendina pirtûkan dike û di nav pelên pirtûkan da gera xwe ya ji bo jîyaneke azad û serbilind didomîne…
Ligel tengasî û astêngên dijwar sal û demsal derbas dibin.
Rêwî di xortanîya xwe da bi binketî û serketîyên piçûk va mezin û kamil dibe…
Daw û doza dinyayeke nû, dinyayeke aştîyane dike û gor wê yekê tevdigere.
Rojek ji rojan Rêwî bi pîşadî rastî pirtûkeke bi zimanê xwe yê ku jê dûrketibû tê…
Bi dîtin û xwendina wê pirtûkê va, hînbûn û hevalîtîyên wî, xûy û xeysîyetên wî, jîyana wî ji binîva tê guhartin…
Ew bi destpêkeke nû, li ser ziman û çanda xwe vedigere û li pey şopa dîroka xwe dikeve…
Bi xewn û xeyalan dîroka xwe ji nû va dixemilîne…
Di nav xewn û xeyalên xwe da, ger li Pîran binketî, ger li serê Çîyayê Agirî xwe serketî…
Ger li Meydana Çarçira li ber darsêpê, ger li herêma Berzan xwe wek peşmerge ciwan dibîne…
Roj tê, xewn û xeyal tevlihev…
Rê û dirb li hev diqelibin.
Wek rîya Rêwî û Şêx û Mamoste û di nav zîndaneke binerd da…
navkurd.net