Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û xwendin, bi her halê xwe ve ji me re bibe pal û pişt.
Di romana “Hopo”yê de, nivîskarê me yê gewre Erebê Şemo balê dikişîne ser jîyana Kurdan a di bin sîwana hikimdarîya Sovyetê de, nemaze jîyana di nava kolxozan de. Erebê Şemo bi zimanekî sade û rewan kitekitên jîyana kolxozan li ber çavan radixe, wêneyê têkoşîna li dijî derebegîyê dikişîne û raberî me dike.
Di vegotina bûyeran û şirovekirina kitekitên atmosfera jîyana kolxozan de, Erebê Şemo yê hosta xwe dispêre Kurdîyeke folklorîk ku nêzî gîyanê civaka Kurd a Sovyetî ye. Ev yek jî herikbarîyeke nedîtî li xwendina romanê bar dike û dihêle xwîner zû bi zû di nav rûnê gotinên nêzî dil de bê bişaftin.
Weşanxaneya Lîsê ku barekî ev çend giran hildaye ser milên xwe, valabûna warekî dîtiye û dest avêtiye berhevkirin û çapkirina pareke mîrateya Kurdan a nivîskî, bi rêza van pirtûkan berê xwe dide asoyeke berfirehtir û îşaret bi plan û nexşeyine din ên bêhtir gerdûnî dike.