Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:
Xanîkê tenê
Li xeta rêl-zeviyan
Paceyên ronî
Bi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.
Haîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.