Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî li Bakur (1900-2000)

9,75  8,29 
-15% indirim

ISBN: 978-975-62827-3-1

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSTEN-005
Status3 Di stokê de hene
Categories,
Kurtejiyan
Miraz Ronî di sala 1966’an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîst hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê ji dûr ve (bi sîstema açikogretîmê) beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992’yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye. Di avakirin û kargeriya rêxistina HEP’ê (Halkin Emek Partîsî) de li Norşêna Betlîsê cih girtiye. Her wiha di damezrandina DEHAP’ê (Demokratîk Halk Partîsî) de wekî damezrîner cih girtiye û demekê serokatiya rêxistina DEHAP’ê ya bajarê Mersînê kiriye. Di damezrandina NÇM’yê ya şaxa Mersînê de bi awayekî cih girtiye û li wir demekê dersa zimanê kurdî daye zarokan.Di sala 1998’an de di desteya kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. Di vê maweyê de tevlî hemû kar û barên rojane yên enstîtuyê, bi awayekî aktîf tevlî xebata dersa kurdî, xebatên li ser ziman, karên redaksiyonê, karên weşanê, werger û her wiha wekî panelîst beşdarî gelek semîner, panel, konferans û sempozyuman bûye û li ser çand û edebiyata kurdî gelek axaftinan kiriye. Karên xwe yên Desteya Kargeriyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta sala 2003’yan domandiye. Hêj wekî endamekî Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomîne.Miraz Ronî, di sala 2000’î de tevlî qursa zimanê kurdî ya li Zanîngeha Uppsala ya Swedê bûye û sertîfîkaya mamostetiya kurdî girtiye. Di salên xwe yên li Enstîtuyê de çend caran wekî wergêrekî fermî li DGM’yê (Devlet Guvenlîk Mahkemesî) wergera kurdî-tirkî kiriye. Di salên 2014-2015’an de Li Zanîngeha Yûzûncî Yilê ya Wanê li ser ziman û çanda Kurdî master xwendîye.

Berhem
Di Siya Dara Xaçê de Serhildan; helbest, Weşanên Pêrî, Stenbol 1999.
Pratik Kürtçe Konuşma Klavuzu; Mulazim Özcan, Gün Yayınları, Stenbol 2002.
Tesewira Xaniyê Fîlozof; H. Mem, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2004.
Keça Ardil; Cafer Şahîn, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol 2004.
Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî Li Bakur(1900-2000)
Li ser çand û edebîyats Kurdî hin gotarên lêkolînî

Agahî

Weight 0,35 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613