“Pêşkêşe bo 80 saliya surgun kirina kurdan bo
Qazaxistanê”
Kinyaz Mîrzoyêv 1-ê gulanê sala 1947-an li gundê Ri- hanlûyê (navçeya Masîsê li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Malbata wî sala 1937-an ji Ermenîstanê sirgûnî Qaza- xistanê kiribûn, ya ku di destpêka salên 40-î dîsa vedigerine Ermenîstanê.
Sala 1970-î ewî bi dereceya bilind Zanîngeha Yêrêvanê yê dewletê ya ser navê Xaçatûr Abovyan temam kir û wek pisporê fîlolojîyê-rojhilatzanîyê xwendina xwe di aspîrantûrayê da pêşda bir. Dû ra vegerîya zanîngehê û wek dersdarê navsere kar kir.
Profêsor Kinyazê İbrahîm Mîrzoyêv zimanên: qazaxî, rûsî, azerî, ermenî, kurdî, tirkî û farisî dizane. Karê wî yê sereke di zanyarîyê da edebî- yeta klasîk ya gelên Rohilatê ye.
Îro li Qazaxistanê karê pêşdabirina çand û edebîyeta kurdî bi xurtî pêş dikeve.
Eva weke 20 salan zêdetir e, ku navenda kûltûra kurdan ya li Ermenîstanê derbazî Qazaxistanê bûye.Û ev pêşketin bê şik bi saya serê serbilindîya gelê me û Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv e jî.
Mirzoyêv akademîsyenek piralî û gelek berhem- dêre. Xwudanê çendîn pirtûk û nêzikê 500 maqa- leyên zanistî ye ku li gelek welatên dinê de hatine weşandin. Endamê gelek dezgeyên akademîk û civakîye….