Gava ku miletek bixwaze çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne, divê berî her tiştî mirov ji dîrok û kevneşop (sed û hed, urf û adet, rê û resm) ên bav û kalên xwe yên weke parastin û pêşvebirina bawerîya, îd, cejn, dawet, çebûn, kirasguhrîn (mirin), serxwebûn, serkeftin û whd. ê re xwedî derkeve. Em dibînin hemû milet bi xêra urf û adetan, hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe. Bi dîtina min, kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye.
Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jîyana me Êzîdî yan, ji jîyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piranîya dîroknasên di nava desthilatdarîya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemda xwe nerast û ne objektiv dane xwîyayî. Neheqî û bêbextîya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem, dokument û şîroveyên xwe de li gorîya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzîdîyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtîyên dîrokê ye hîna jî “qanûnên” dewletên dagirker û bawerîyên nijadperestan bi hevre nahêlin ku şopa netewe û çanda (kevneşopên) me Kurden resen bêne xwedîkirin.
Wekî dinê em dizaninku bav û kalên me Êzîdîyan ji ber destê zilm û zora padîşah, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest, paşverû û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûye xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine nasandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendîyên fireh. Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqîyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketîye nava kultura me Kurd û Êzîdîyan. Ez bawer im êdî, kes ji me jî hew dikare temamîya mahne û giringîya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatîya li Mezopotamîyayê bînine ser ziman.
Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin “Însan ji nûra Xwedê çêbûye” û qewlbêj-ilimdarên me dibêjin “ola Êzîdîyatîyê oleke semavîye” û bawerdikim ku, bawerîya me vêga hîna jî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) nê de rast dîyar dikin. Her weha dibêjim tû beşerî Êzîdîyatî ne afirandîye, bawerîya hebûna bûhuşt û dojê di Êzîdîyatîya dema berî Şêx Adî de tûne bûye, lewmaye ku Êzdî hîna jî dibêjin”ruhê însan namire”, ji xeynî çend mişêwrên xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û kesek nikare bibêje ka ola Êzdî yatîyê kengî hatîye afirandin an jî hew dikare tevaya kevneşopên Êzdî yatîyê şîrove bike.
Divê em Êzdî van bingeh û rastîyên mîtolojîya xwe qebûlbikin û ji bîra nekin. Dujminê me yê nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hîna jî hebûna ola me nasnakin, mezel (gor)ên mirîyên me didine vekirin û hîna jî agehdarîyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdîyatî yê têne belakirin. Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdîyan hîna jî bi xêra van kevneşopên kevn neteweyîya xwe diparêzin û geleka ji me bi xêra hêjayên dînê Êzdî ev rumet, maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê bi dest xistine. Gava bav û kalên me Êzdîyan ev wêje, mîtolojî, foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina, dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana. Kevneşop û zargotina me Êzdîyan hîna jî di xizmeta xwedîkirin û pêşxistina çanda neteweyî de ne.