Hunermend û Dengbêjên Jin

7,88  6,70 
-15% indirim

ISBN: 9786257085878

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA132
Status2 Di stokê de hene

Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne.  Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim. Hêjayî gotinê ye ku ev kar û xebata me ne bi hesanî bû. Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên Kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim. Çima ne hêsanî bû? Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wek nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya “Meryem Xanê“ gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cûdawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.

Mixabin qelsbûn û lawaziya jêder û çavkaniyan li ser van find û şemalan ez pir xemgîn û dilşikestî dihiştim û ji min re diyar dibûn ku em Kurd pir belengaz û bêxwedî ne. Lê tevlî van astengiyan bê hêvî nemam û min kar û xebata xwe domand. Ta di jiyana wan a taybet, civakî û hunerî de çend çirûkên ronahiyê vêxistin. Ev xelekan bi zimanê Kurdî û `Erebî di kovar, rojname û malperên `Erebî û Kurdî de ji sala 2006an ve hatine weşandin. Malpera Sema yekem car bi tevahiya weşandine. Di vê pirtûkê de min rêzkirina xelekan û navê dengbêjan li gor temenê wan danîne. Ez dixwazim erê bikim kû ev çapa duyamîn e ji pirtûkê, piştî ku min navên çend dengbêjên dî li pirtûkê zêdekiriye û hin agahî û zanyariyên nû li ser wan deynane û serrast kiriye. Çapa yekem 2019z- 2631k di çapxaniya SerSera ji aliyê Dr. Beşar Mustefa  hatiye çapkirin û weşandin. Hêjayî gotinê ye ku min bi dest vî karî ji sala 1990 ê ve kiriye heta niha.  Ev çapa duyamîn e .

                                                                                                                                                                                                      Narîn Omer Seyfedîn 

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613