Dîwana Mela Ehmedê Heyderî

13,81  11,74 
-15% indirim

ISBN: 9786257304283

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUDARA87
Status1 Di stokê de hene

Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê da Heyderî bi nûnertiyeke serkeftî va bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata Kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkekê û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekem da em bi dûdirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyem da jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê rawestiyane. Her wiha di beşa sêyem da jî dîwan, ji aliyê şiklî va hatiye veçirîn. Beşa çaran jî ji metna bitenqîd a dîwanê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye. 

 

 

Ey gelo tîrê ḥebîban ma di nar in roj û şev

Ku qulûbê me ġerîban jî di ar in roj û şev

 

Ez nizanim ev çi ṭop û çi tifing in şev û roj

Ev çi ceyş û çi ḥeşem halimekar in roj û şev

 

Çi ṣeda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş

Çi xedengê tecerî ne çi ġedar in roj û şev

 

Yan ji şerṭê saèetê te dî li min rabit qiyam 

Lew ji baġan tê heyahey kar û zar in roj û şev

 

Latînîzekirin û amadekar: Önder Beyter

Agahî

Weight 0,32 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613