Di şi’rên edebîyata Klasîk de temayên sereke ev in; dîn, tesewif, felsefe, şîn (mersîye), pesin (medhiye), pend (şîret) û hîkmet in. Di van temayan da hin tema û mijar ji hest û ramanên şa’ir, ji hizr û bawerîyên şa’ir dabin der jî, rewşa civakî, çandî, dînî, sîyasî ya serdema şa’ir jî kartêkirînekê li tema û mijaran dike. Di edebîya- ta millî da tevî hin temayên edebîyata klasîk, temayên civakî, çandî û sîyasî, hizra hişyarkirina gel, avakirina hafize û bîrewarîya civakî wek temayên sereke di şi’rên şa’irên millî da derdikevin holê. Evîn, hizr û ramanên şa’irî derbarê mijarên cûrbicûr di şi’rên serbest û gelerî da bûne mijarên şi’ran.
Xemkûr, ger şai’rekî yekalî, nûnerê edebîyatekê bi tenê bûya, meyê dê bikaribûya bi berfirehî mijar, tema û cureyên şi’rên wî rave bikira. Bi sedema zêdebûna mijaran, emê li jêr li ser mijar, tema û cûreyên şi’rên wî yên sereke bisekinin.
Newrozîye yan Newrozname cureyek edebî ye. Ji bo pîrozbahîyên newrozê şi’r û stranên taybet li ser girîngî û rewşa cejna newrozê hatine nivîsandin dike- vin bin vê kategorîyê. Ji şi’rên bi vî rengî re Newrozîye hatîye gotin. Were Em Herin Newrozê di nav şi’rên Xemkûr da mînakek e ji bo cûreyên newroznameyê. Di dîwana “Türikên Kul û Derdan” da jî helbestek Newrozîye tê dîtin. Her wiha di dîwana “Welatê Wêran” da şi’ra serbest a bi navê Nerwroz jî Newroz- nameyeke Xemkûr e.