Tehsîn Doskî, nivîskar, lêkolîner, muheqqiq, musennif, helbestvan, rojnamevan, kovarger, wa’iz, wergêr û mamosteyekî pirlayen e. Wî di hemî babetên edebiyatê de wekî helbest, çîrok, dîrok, tefsîr û şirove, rexne û ceribandin nivîsîne. Herwesa wî tehqîq û senifandina berhemên kevn, ji nû saxkirina destxetên şa’irên klasîk bigire heta berhemên zanyariyên Îslamî wekî ‘eqaid, tecwîd, hedîs, tefsîr û rêziman û hwd. çêkirine. Ew wekî nivîskarên kevn ji bo mînak Îmamê Suyûtî42 di her babetê ku valahiyek tê da dîtîye, di wî babetî de tiştek nivîsiye.
Lê hêjayî gotinêye ku bêjîn; berî her tiştî, tişta ku ew kiriye Tehsîn Îbrahîm Doskî û şohreteke weha belav û biheq dayîye wî destxet xwendin e. Ew pîrê destxetan e. Kesên agehdariyek li ser kitêb û keşkûl û nivîsarên destxet hebît dizane ku xwendina destxetan karekî gelek sext û zor e. Ji bo ku mirov bişêtin destxetekî dused sêsed sal berî niha hatiye nivîsîn bixwînît qenebît divê mirov her awayê nivîsîna ‘erebî bizanît. Li gel nivîsên ‘erebî herwesa yên farisî û osmanî jî bizanît. Da ku mirov bişêt van zimanan ji kurdî cuda biketin. Herweha di kurdî de jî ji bo ku mirov bikare soranî, goranî û kurmanciyê jêk ferq biketin, xwendineke baş a destxetan pêwist e. Heke xwendevanê destxetê van zimanan û ji bo kurdî jî van zaravayan jêkcuda neket neşêt bixwînît.