Zembîlfiroş

12,99  11,04 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786259492810

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUtev500
StatusAvailable on backorder
Categories,

Zembîlfiroş-Jaklina Surenovna Musaelyan

Zembîlfiroş tevî gellek guhertoyên (varyant) xwe di nav şahberhemên zargotina (folklor) Kurdî de tê hesibandin. Di nav gel de berbelav bûye û ji aliyê hin helbestkaran (Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Muradxanê Bayezîdî, Xelîlê Çaçan ûyd.) ve di formên wêjeya klasîk û ya modern de hatiye nivîsîn. Zembîlfiroş di nav “zargotina bajaran” de jî ciyekî xwe yî taybet heye û bi hêmayên xwe yên bajarî û tesewufî bal dikşîne. Kurdologa Ermen Jaklina Surenovna Musaelyan, gellek guhertoyên dastanê berhev kirine, bo çapê amade kiriye û berhemeke abîdewî afirandiye. Ev xebat, ji aliyê mamosteya wê (Margarita Borisovna Rudenko; 1926-1976) ve hatiye sererastkirin.

Zembîlfiroş tac û textê xwe, Xatûnê dil û bextê xwe dîsa diterikîne. Kerem bikin, guh bidinê ka “qîset” çi dibêje.