Hefsar-Hesenê Metê
“Û ev defter jî… li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse… qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.
De ev çi ye ji bona Xwedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsandin e ku ez pê ve hatime girêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim… bi gotinên pûç û vala!
Dibe ku anuha… tiştê ku anuha min û jiyanê bi hev ve girê dide û bi hev ve disekinîne ev e, ev çend gotinên min in ku ez dinivîsim: gotinên ku êş û giraniyê li min germ dikin, gotinên ku ez nizanim nav û formekê bidimê, gotinên ku êdî ji hêza xwe ketine û maneyên xwe wenda kirine. De ka ev gotin bi kêrî çi tên û ji çiyê xwe re vebêjim. Ma kî ê ji van gotinan marîfetekê derxe û pê kêfxweş bibe? Kî ê ji êşa kesekî din lezetekê werbigire?
Na, ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne, Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir… bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim, ez ê çîrokê dirêj nekim. Ez ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim.”
(Ji romanê)