Durrû’l Mecalîs
Li kêleka helbesta klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan,
çîrok, çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi
kurmancî jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî di
dawiya sedsala 16. û di serê sedsala 17. de hatiye nivîsîn, yekem ji nimûneyên
pexşannivîsiya kurmancî ye û herweha yekem ji wergerên kurmancî ye li ser binemaya
hejmareke hikayetên farisî.
Erdnîgariya van hikayetan bi Îran, Hindistan, Turkistan, Erebistan, Kurdistan, Misir û
Romê re eleqedar e weku Medayîn, Belx, Cihanabad, Herat, Şîraz, Nîşapur, Sîstan,
Babil, Bexdad, Besra, Şam, Yêmen, Cizîra Mesqetê, Hîcaz, Cîde, Rom, Diyarbekir,
Stenbol û wd navên bajaran tê de derbas dibin.
Di Durru’l-Mecalisê de hikayetên wek “Silêman û Belqîsa”, “Sîmurx Anqa”, “Bayezîd
Yildirim û Teymûrxanê Leng”, “Iskenderê Zîlqerneyn”, “Deqyanûs û Eshabê Kehf”,
“Siltan Mirad û Genc Osman”, “Ferhad û Şîrîn”, “Ristemê Zal”, “Yûsif û Zilêxa”, “Mûsa û
Firaûn”, “Dehhak”, “Hafizê Şîrazî û Şax Nebat”, “Hesen û Hisên”, “Bîjen Xanê kurê
Çengîz Xan û Beraniyê Keçika Mitrib”, “Adem û Hewa”, “Siltan Mehmûd Xeznewî û
Iyaz”, “Hatemê Tayî û Necaşî”, “Nemrûd û Hezretî Ibrahîm”, “Nûh û Tofan” jî hene ku
hinek ji van ji aliyê naverokê ve varyantên cuda ne.
Ji awayê nivîsîna Mela Mûsa diyar dibe ku asta wî ya edebî û bikaranîna wî ya hunera
vegotinê bilind û serkeftî ye. Baweriyekê dide ku di serdema wî de tradîsyoneke
pexşannivîsiyê di kurmancî de hebe.
Di vê xebatê de ev berhem ji çend aliyan ve hatiye nirxandin û destxeta orijînal a bi
elfabeya erebî hatiye latînîzekirin.