Şewçira-Refîq Sabir
Refîq Sabir, helbestvan û şoreşgerekekî Başûrê Kurdistanê ye. Ew bi tîpên Erebî û Kurmancîya Jêrî (Soranî) dinivîse. Di destpêka xortanîya xwe de dest bi nivîsînê kiriye. Refîq ne tenê barê giran rakiriye, belkî bi germî û xeyranî, xwe avêtîye qada xebata sîyasî jî.
Ew di helbesta nû ya Kurdî de helbestvanekî xwedan taqet û şîyanên bilind e. Bi dirêjîya van çil û pênc salên bûrî, ew cihekî taybet û bi hêz di qada edebiyata kurdî de hebûye. Helbestên wî pir di Kurdistana Başûr belav in û cihê wî di dilê xwendevanan de heye. Wî di çendîn festîvalên edebî de jî helbest xwendiye.
Refîq Sabir ne tenê bi helbestên xwe xizmeta gelê Kurd kiriye, belkî di senger û çeperên pêşmergetî de jî xebata xwe berdom kiriye. Ew xwedan bîr û bawerên rêncber û karkeran e. Ji bo wî, Kurd û Kurdistan du armancên here pîroz in.
Di dil û evîna xwe de, ew li dijî faşîstên Îraqê, herweha li dijî axa û şêxan û bizava rewşên kevn û feodalî, xebat kiriye. Ji vê rewşê, ew cihê xwe li nav rêzên komunîstan dirust kiriye.
Lê ew qet baweriyên neteweyî negirtiye, çimkî ew Kurd e û sistêma li ser miletê dilê wî diguvêşe, birînên wî kûr dike. Ew bi destekî qelemê digire, bi destê din jî tivingê radike.
Tevayîya salên xortanîya xwe, Refîq dide xebatê û çendîn salan jî li çîya û şikeftên Kurdistanê dibûrîne. Jiber rewşa aloza Kurdistanê û cudabûna bîr û bawerîyan, nemaze giriftarîyên şerê birakujîyê, ew xaça xwe hildigire û ber bi derveyî welatî diçe.
Heta niha jî, jîyana derbederîyê didomîne. Lê Kurdistan û gelê bêxwedî, di dil û mejîyê wî de ne û bimînin.
Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Refîq Sabir vir bitikînin