Mezrecelîla ku yekem pirtûka helbestan a helbestkar Halil Dağ e, bîst û şeş helbestan li xwe digire, yên ku bi hemû awayên xwe ve bi xwendevanên bîrtûj didine zanîn ku helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê dengên mîna Halil Dağ, Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:
“Mezrecelîl; peyv, bi berfê dest pê dike, bi berfê diqede û birîn bi tozê tê dermankirin. Mezrecelîl; teqdîskirina axaftina berfê ye, çar aliyên me yên talankirî ye. Li wir di deryayên şevreşkî de çûkeke endelîb e. Li wir heyv di bêrîka rextan de tê veşartin. Mezrecelîl; navê çûyinê ye, mirî li wir têne şûştin. Li wir bûk hinneya destên xwe ji xweliya miriyan çê dikin. Bîreke jibîrkirinê ye Mezrecelîl, di çavên dildaran de dekbazeke jibîrkirinê ye, dengê zirzekirî yê Sibatê ye. Li wir darên piştxûz bi rehên xwe yên bêhêz xwe bi bîra xwe ve gire didin. Dar û daristan, kêzik û kulîlk, gelî û şiqêb, her tişt toz e li wir.”
Helbestkarê ciwan Halil Dağ bi pirtûka xwe ya pêşîn ve, bi pirseke dijwar li pêşberî me radiweste. Mezrecelîl çi ye, li kû ye, mirov çawa dikare biçe wir? Û Dağ bi rêzikeke Mezrecelîlê ve pirsan li pirsan zêde dike: “Kî dikare bi riyeke deynkirî dest bi rêwitiyê bike?” Nexasim ku ev rêwîtî rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê ve be! Pirsên Halil Dağ di heman katê de bersiv in jî.
Rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê ve rêwîtiya ber bi dinyayeke helbestî ve ye û ne bi bedena xwe, lê bi tenê bi giyanê xwe em dikarin bigihîjin wir. Riyeke dijwar e riya ber bi wir ve û rêwîtiyeke dijwar, lêbelê heke mirov bikaribe bi hêmayên Mezrecelîlê xwe bigihîne wir, ev ê kêfxweşiyeke bêhampa jî be.
Nivîskarê Mezrecelîlê, Halil Dağ, di sala 1974’an de, li Amedê ji dayîk bûye. Piştî kar û xebatên siyasî hate girtin û cezayê muebedê xwar. Dağ li jêr şert û mercên dijwar jî peywendiya xwe ya bi wêjeyê re nebirrî û li bendîxaneyê jî bi xebatên xwe berdewam e. Dağê ku bi sadetiya dengê xwe yê poetîk û bi Kurdiya xwe ya xurt dibêje,
Pîşare
Hat
Baran barî
Çû
Berf.
Kilîda dêrî şikest
Ji bextewariyeke kewgirî
Dikulkule her alî
Çîlspî.
bi Mezrecelîla xwe ve dengekî û hêmayeke nû ye di robarê helbesta Kurdî de, ya ku li giyanê Kurdî/Kurmancî zêde dibe.