Meyman-Cîhan Roj
Coğrafyayek ku însanên lê dijîn, ‘gulên wan şikestî’ ne!
Zimanek ku biwêje, “gula şikestî” dihewîne – zimanek ku xwediyê birîndarî, bêzarî û hemû rûmetên nîşanê jiyana me ye.
Li wê coğrafyayê, bi wî zimanî, ji lekeyên li jiyanê maneyan bi sêwirînê, bi çavên xwe çîrokan lê kirin. Bi kurteyek wisa: kunyeyek piçûk ji bo kitêbek, belkî were çêkirin.
Meyman, wekî kodên coğrafyayekê, êşên jinê, şer, dengbêjî, eşq, kalîûpîrî û sirgûnî, ji xwe re kirine mijar.
Di çîroka “Dalê” de, pîrekî ku tê avakirin her hildiweşe, ji bo ku pir hilneweşe xwîna “qîzekê” divê!
Her Kurd dikare bêje:
Ev dîroka gelê Kurd e…
Lê:
Ku avakirina pirekê xwîna qîzekê xwestibe, avakirina welatekî çi xwestî ye?
Dixwaze ji kurdan?
Sehneyên çîrokan, bersiva vê pirsê bi awayek re têne da.
— Bavekê, demançekê di dest de ye, bi navê namûsê keça xwe dibikuje…
— Fatîme, evîndarê ku pê li mayînekê kiriye, bi teqîna mayînê re ew û mirîşka di dest xwe de parçe dike, ji evîndarê xwe dixwaze:
Mirîşka wê jî pê re veşêrin…
— Ew kalê ku ji ber şer sirgûnî ye, bi keviran re diaxive…
— Êşên dibistanên leylî…
Bi tevî hemû karesetan, nivîskar hewl da ku xwendevan neêşe, lê bifikire.
Di dosyayê de çîrokeke heye bi navê:
“Çîrokên Sergirtî”,
ku nivîskar pirsekê dike:
“Divê carna em pirsan ji xwe jî bikin…”
Ji bo hemû berhemên Weşanên Lîs vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Cîhan Roj vir bitikînin