Di dîwana xwe ya bi navê ‘Sî Bi Rojê Xweşik e’ de helbestkar Welat Dilken li ber tîrêjên rojê hêmayên di nav pêlên tariyê de bi hêmayên sîberan vegotiye. Wî dîroka şeva dirêj vegotiye.
Wî bi xemxuriya ku ji Apê Osman wergirtî ji ber Çiyayê Spî di nav pêlên helbestê de li ber guhê Nemrûdî kiriye banga; ‘Sî Bi Rojê Xweşik e’.
Şehmarê înadê yê ji Araratê mehlûl ketiye nav pêlên şevê li Nemrûdê gihiştiye lûtkeya hêvî û xeyalan.
Helbesta Welat Dilken geh berê xwîner dide sîberên welêt ên ku bêhna barûdê jê kêm nebûye geh jî dibêje ‘ De bila stêrk nemirin, bila carek din bişewite deşta dilî’.
Helbestekê dike govana kul û kovanên welatekî ji nexşeyan hatî vederkirin û bi dilopên hubrê peyvên êşeke dadirêjîne ser rûyê kaxiza xemgîn.
Wî li ber qontarên Çiyayê Spî bangî zozanên kesk û bilind kiriye. Bi çarînan hawar û gaziya Osmanê Sebrî, bi çarînan şevtariyên zilm û zordariyê bi heyv û stêrkan re guhdarî kirine.
Li deriyê Medresa Sor daye, guh dêraye civata Uryanê Hemdanî, Eliyê Herîrî, Feqiyê feqiyan, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê û bo ku wî xwestiye li dîwana Arjenê Arî û Berkenê Berehî îcazedê bigre bi coşa dilê xwe yî ciwan tevna rêzikan a siya ku xwe daye ber tava rojê vehonandiye, kiriye guldesteyek helbest û daye destê xwînerê helbesta kurmanciyê…