Çeteyekî reş î qarûçki slogana “Allahuekber” qîriya, berê keleşînkofa xwe da pîqabê, beranî li keçikan teva reşand. Keçik bi ser hev de melisîn, keçên li derve bi ser hev de ketin. Çeteyekî din bi bez xwe qevast, destê xwe li çeka çeteyên qarûçkî da, keçên di pîqabê de ji kuştinė rizgar kirin.
Tev behîtin, wek bedenek efsûnkirî bi ser hev de ketin, pelixîn, di bin çavan re li hev nêrîn, piştre bi çavên vala li bedena zirav û dirêj ya Keça Ferîştehî nêrîn. Xwîn di wan de nemabû, rengê reş guherî, bû rengê zerî yê miriyan, ji rûdêna wan li tevahiya bedena wan belav bû. Bê can, bê taqet, bê hewes, bê hest bû quredar!.. Xeftanê hevrîşmî ji xwînê reng guherî. Dema bedena Keça Ferîştehî kirin serrad, bi hewldanek dawî, xeftanê hevrîşmî, bizmiken dirêj ji ser birîna çete dane alîkî, wek ku nexwest xwîna çeteyê reş li cilê wî bikeve, xwe bi tilekî kir û li erdê dirêj bû. Beşûşiyek bextewar di rûdêna wê de belav bû.
Sê keçên li derve birin.
Çavên Selwa di xencera çarparsû de rûniştin. Çete li dora termê hevalên xwe kom bûn, xwestin xencerê ji dilê hevalê xwe bikişînin, kirin û nekirin nikarîbûn. Xencera çarparsû di bedana çete de kilît bûbû. Selwa ji xwe re, “her rawestandina wan terezan kuştinek reş e.