Romana Leqatê; bi babetekî ve însan e, şer e, siruşt e, wêje ye, folklor e, tevahî jîyan e û bi tehrê zardîrokê ye. Guhdarî û pirsên bi salan, di berhemê da, kom û bi ziman bûne, dibêjin, kerba dilê xwe didin der; jan e, jahr e, derdekî bê derman e, şopdar li pê nemane.
(Mijar, mekan, zeman di zik hev da hatine nivîsîn, hafta sohbeta civatî ye, bona ku hêsan are fàm kirin, behs bi hev ra hatine girêdan; dabeş, xulese û neqil kirin)
Dema ku tov di axê da diqelişe, rîç berdide, xwe
digre, axê qul dike zîl dide derdikeve derva, demekê şûnda hinekî bilid dibe, ser érdê digre, şîn dike. Ew gîya ye, per zêde dibin, gava bi gilûgoşt bû, jê re dibên qesîle. Heke di vê demê da vardı çêrandin, ê mayî careke din şîn dibe. Paşê dikeve çiçekan, dûra avis dibe, demekê şunda, di qondaxa xwe da simêl/bijî dertên derva, pê ve serî li qondaxê difilite, sap bilind dibe, simbil bi ser peran dikeve, jê re dibên seridî. Dem derbas dibe, jê re şîrik tê gotin, paşê ew şir tîr dibe, tê cûtînê nerm e, bûye firîg. Simbil di kefa destan da, bihêrî dan e, bi lezzet e tê xwarin. Destekî firîg biçinî, li ser agir, birewisînî, bibijêrî, simbil kefê destan da bihêrî, gellekî bi lezzet û coş e, wek tiştîra li ber nêrî ye. Qasekê şunda, simbil sert dibe, dibe tene. Niha dem temam e hatîye dasê, ew ê çinîn idi. Ku di zemên da neyê çinîn, simbil giran, sap sert dibe, giranîyê nakişîne dişkê, serî dikeve érdê, heder dibe.
- Bunlarda, hâkim vasfın yanındaki ikinci karakteri şair olmasıdır. Şair, mecbur ve korkusuzdur. Sözün rengini, mihengini, alanı, mizanı bilir ve söyler. Nebiler, şairlerle kıyaslanmıştır.