Alîce û xwişka xwe li peravê çem rûniştî, li benda seata çayê ne. Alîce pirtûka xwişka wê dixwîne temaşe dike. Di pirtûkê de qet diyalogeg û wêne tunin. Sebra Alîce bi vê qet nehat. Di wan kêliyan de kîvroşkek di ber wan re dibore û dibêje, “Hey wax ez pir dereg mam!”. Bala xwe da seata ji bêrîka êlegê xwe derxistî û bêtir kelecanî dibe. Bi lez û bez dikeve qulek mezin a di bin çîta li destpêka mêrgê. Alîce jî bêyî tiştên dê bên serê wê bifikire, li dû kîvroşkê dikeve qulê. Piştî ketineke dûv û dirêj wekî ku bigihîje nîveka Dinyayê, xwe li ber deriyeke pir piçûk dibîne. Lê derî derdikeve baxçeyeke bêhenpa. Encax ji bo bikaribe di vî dirî re bibore pêwîste ji wan avên cur bi cur ên li wir vexwe. Ev av mirov biçûk û mezin dikin. Tînin wê pîvanê ku mirov kare di cihên teng û fireh re bibore. Baxçeyê dikevê weke bihuştê ye û gelek tiştên sosret lê hene. Alîce şaşwaz e û nizane ka dê çi bike. Di vê cihana awarte de dikeve rê. Leqê hin geşadanên xerîb ên hiş û xeyalên mirov didin zorê, tê.
Alîce di vê maceraya ji hiş û aqil dûr de bi tenê nîne. Kisoya Derewker, Kolosgerê Gêjik, Keybanûya Kupayê, Tertûr û lehengên din yên qet nayên ji bîr kirin, hevalbendiya wê dikin.
Ev pirtûka Lewis Carroll ku bi kelecan tê xwendin, macerayek bêhempa pêşkêşî xwînerên di her temenî de, dike.