Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata Kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêşengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de leyîstiye, ji salên 1950 ta 1970an, nexasim li Sûriye û Libnanê, piştevaniya tevgera rizgariya Kurdistana Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piştî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe, li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike. Zaza, serpêhatiyên xwe di ‘Ma vie de kurde’ (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêşîn e dikeve çapê. Şahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka Kurdî ya nêzîk.
Bîranîn
10,53 € 8,95 €
-15% indirim
ISBN: 9789944382441
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,19 lbs |
---|---|
Nivîskar | Nuredîn Zaza |
Weşanxane | Avesta Yayınları |
Rûpel | 156 |
Sal | 2008 |
Pîvan | 13 x 19.5 |
Ziman | Kurmancî |
Isbn |
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî – 3 Çîrok û Serpêhatî
- Nivîskar: Necat Keskin
- Weşanxane: Avesta Yayınları
8,14 €6,92 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Romannîvîsê Saf û Dilovan
- Nivîskar: Orhan Pamuk
- Weşanxane: Rûpel Yayınları
8,40 €7,14 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Bingeh
- Nivîskar: Ezîzê Gerdenzerî
- Weşanxane: Lîs Yayınevi
12,89 €10,96 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Ez Tirkî Nêzana
- Nivîskar:
- Weşanxane: Roşna Yayınevi
8,02 €6,82 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Bazbeytik û Gewro
- Nivîskar:
- Weşanxane: Sîtav Yayınevi
6,71 €5,70 €
-15% indirim Têxe Tûrik -
Serpêhatiyên AQUB
- Nivîskar:
- Weşanxane: Ar yayınları
7,27 €6,18 €
-15% indirim Têxe Tûrik