Stranvan

7,94  6,75 
-15% indirim

ISBN: 9786059082594

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUaves-127
Status4 Di stokê de hene
Categories,

“Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên Kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida. Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê. Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya Kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”

Sînemxan Bedirxan

Çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan bi “Stranvan”  didome. Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev. Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî. Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin. Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613