Felsef û fikira Mîhrî-Mîtrayî weku dîrokeke xwedî zêdetir 12-15 hezar sal berî zayînê li ser çiyastanê “Zaggroz”ê xûliqiye. Lewra em dikarin weku maka hemû felsefeyan bidin pênasekirin. Divê em vê şahnazî û rewayetiyê bidin xwe ku em bibêjin welatê rojê anku Kurdistan hêlîna yekemîn a fikir, felsefe û şaristaniyê ye, dergûşa felsefeyê Kurdsitan e û hin welat tenê belavkar û geşedarên felsefeyê bûne. Helbet Mîhrî-Mîtrayî felsefeya kevintirîn a kurdan e…
Bawerî, fikira xwezayî û xwezaperwerî anku Mîhrî-Mîtrayî ku hêz û baweriya xwe ji hîv- rojê digire, bingeha xwe li ser her çar axşîgên “as, ax, aw, ar”ê avasaz kiriye. Heta îro jî felsefeya mirovahiyê xwe disipêre felsefe û bîr û baweriya hîv-rojê û ya her çar axşîgên “as, ax, av, ar”ê û hebûn – xwebûna xwezayê. Felsefe û rêbaza Mîtrayî hem weku fikir û hem jî weku rêbaz û ol ji bakur gihişte yewnan, Ewrûpa û hetanî Englîstanê û li rojhilatê jî hetanî welatê Çîn û Japonê û li başûr û rojavayê başûrê jî hetanî Şam û Misir û jêrîna wê kanî fikir û felsefeya xwe dakût û şênber kir. Ewrope hetanî hatina Îsa Mesîh, nêzî hezar sal li ser fikir û rêbaza felsefeya Mîhrî-Mîtrayî bû….