Medrese-Mele Burhane Tarînî
Wekî saziyeke dêrîn ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan her dem rola pirr girîngekî di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî, bi tecrubeyên feqîtî û melatiyê û bi çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dike rojeva me.
Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, wisa ye ku mirov bibêje riziyaye an jî ji demê re nabe bersiv.
Nivîskar Tarînî, di vê berhemê de, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, û rola dîrokî ya medreseyên me di jiyana rojane ya Kurdan, di zanista Kurdan û di wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li dilê gelek kesan heye — lê kêm kes behsê jê dike — eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredatê wan û rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.
Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û “medreseyên me yên welatparêz” divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja: Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.
Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mele Burhane Tarînî vir bitikînin