Dilawer Zeraq, tevna kurteçîrokên di Çilkên Pênûsê de, bi teknîk û metoda ‘firehkirina kêliyê’ ya ku Jorge Luis Borges ew bidêûbav kiriye, saz kiriye. Di vê pirtûkê de, kêliya ku di dema fireh de tê firehkirin û bi tevn û vegotina her çîrokê re bi awayekî dîtir tê hîskirin û bi firehbûna xwe re jî dibe sedem û alîkar ku rewşên mirovane, yên wekî têkçûyîn, kêfxweşî, xemgînî, tenêtî, parve(ne)kirin, nêzikbûnên ligel dûrahiyê, coşdariya di nav xemgîniyê de, evîna di nav têkçûyînê de, hezkirina di nav tenêtiyê de, bên zimên.
Çilkên Pênûsê, ji çîrokên ku dilînên di xwe de asê mane û ji çîrokên dilevîniyê pêk tê. Di çîrokên pirtûkê de, ji çîroka xav a evînên ku hatine jiyandin zêdetir, reng û çawabûna şop û hest û derb û pêjnên evîniyê xwe dide der; û pê re jî êş û xweşî û bextewarî û kambaxî û têkçûnên evîniyê didin dû hev û digel hev hêlînekê ava dikin; û hemû çîrokên di pirtûkê de berê me didin vê hêlînê; û em bi xwendina her çîrokê bêtir di vê hêlînê de cî li xwe xweş dikin.
Çîrokên di pirtûka Çilkên Pênûsê de cî dane xwe, bi zimanekî hêçaneyî ku nêzî vegotineke helbestî ye, hatine nivîsîn. Lê belê çîrok neketine nav şîpa helbestê û bi zimanê vegotinê ku hatiye bikaranîn, mane wekî rabêjeke çîrokî.