Gelê kurd yê kevinare di nava dîroka xwe ya pir sedsalan da folklora pirjanr û pircûre efirandîye. Ew efirandina gel ya kûrfikir û xeberrêj gihîştîye rojên me û hetanî niha jî qîmetê xwe unda ne kirîye. Lema jî folklorîstê me, usa jî hemû ronakbîrên me guhdarîke giring datînin ser berevkirin û çapkirina nimûneyên folklora me ya dewlemend.
Janreke wê folklorê gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşîyan di nava janrên folklorê da yên lape belabûyî ne. Tu çîrokan, kilaman, lêgêndan, beyt-serhatîyan em nikarin himberî gotinên pêşîyan bikin, ji ber ku ew bi massayî têne gotinê, ewana carekê ra bersîva gelek pirsên lazim didin û her wextan, bi her menîyan têne gotinê. Lê janrên folklorê yên mayîn hertim nayêne gotin û ewana gele cara bersîvên pirsên ji gel ra hewaskar bi carekê ra nadin.
Kanîya gotinên pêşîyan ew jîyana wan ya bi sal û zemanan e. Di nava wan gotinan da jîyana kurdan ya koçerîyê, riatîyê, edet, rabûn-rûniştandin, şerkarîya wê dijî milkedaran, kedxwuran, dijminên der û hundur tê ber çavan.
Gel bi wan gotinan usa jî mêranîya mêr û kulfeta kurd, helalî, xebathizî, merîfeta gelê xebatkar daye kivşê.
Gel bi wan gotinan diha berk û tûj ser merîyên tima, newêrek, canzer, tembel, geveze, diz keniyaye û ew kirîye sosret û robet.
Gotinên pêşîyan bi zimanê xweyî şiêrkî va û hunurmendîya xwe ya bilind va berbiçev in. Bi wana gel bi çend xeberan va gelek tişt dibêje, çimkî ewana konkrêt in, zelal in û zu dighîjine fikra merivan.
Gelek gotinên pêşîyan bi forma alêgorîk têne gotinê. Ewana bona perwerdekirina xebatkaran û rexnekirina kêmasîyan gelekî kardar û kêrhatî ne.
Min ev mesele çawa ji cimetê berev kirine, usa jî bi kar anîye û raberî we dikim.
Taybetîya wan ew e, ku ew gorî têmatîka xwe hatine parevekirinê.
Xelîlê Çaçan
1968, Yêrêvan