Zerdeşt Wıha Ferman Kir

16,28  13,84 
-15% Erzanî

ISBN: 3990000050605

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUHIV-011
Status2 Di stokê de hene

Zerdeşt Wıha Ferman Kir Agahî 

Zerdeşt di sî saliya xwe de dev ji welatê xwe û gola welatê xwe berda û derket çiyê. Li wir, deh sal li ser hev, bê acizî û canzerî li giyana xwe guhdarî kir. Lê axirî di dilê xwe de bi guhertinekê hesiya. Rojekê di berbanga sibê de rabû, berê xwe da rojê û wiha bangî wê kir: “Ey stêrka mezin, eger tiştekî te yê ku tu roniya xwe bidê tunebûya, gelo dê dilşadiya bimana! Ev deh sal in ku tu şewqa xwe didî vir, şikefta min. Eger ez, teyrê min û marê min em nebûna, tuyê ji ronahî û riya xwe bêzar bibûya. Lê her sibê em li benda te man. Me zêdehiya ronahiya te girt û me ji ber vê te evrand. Binêre; ez, wekî mozên bi kewaran hinguv komkirî ji zanatiya xwe bêzar bûme; hewcedarî wan destan im ku dirêjî wî bikin. Ez dixwazim hetanî ku di nava însanan de jîr bi dînîtiya xwe û xizan bi dewlemendiya xwe ve careke din jî şu bibe, xelatên xwe par ve bikin. Ji bo vê divê ez dakevim kûrahiya stêrka comerd, çawa ku tu êvaran dadikevî pişta behrê û ronahiya dibî dinya xwarê, divê ez jî wekî te, dakevim nava însanên ku ez dixwazim herim nava wan. Ey, têrçavê ku dilşadiya herî mezin jî bê dexesî dibîne, min bievrîne. Piyaleya ku dixwaze bifûre bievrîne ku jê av wekî zêr biherike û çirûskên dilşadiyê li her derê bigerîne. Binêre, ev piyaleya dîsa dixwaze vala be û Zerdeşt dîsa dixwaze bibe însan. Bi vî awayî daketina Zerdeşt dest pê kir… Ax, di dinê de ji dînîtîya dilşewatan mezintir dînîtî li ku heye? Û di dinê de çi heye ku ji jana dînîtîya dilşewatan mezintir jan daye? Xwelî li ser wan be ku hez dikin û li ser dilovanîya xwe bilind nabin! Rojek şeytan ji min re wiha got: “Dojeha Yezdan jî heye, ew evîna wî ya ji bo însanan e.” Rojên han jî min jê ev gotin bihîst: “Yezdan mir, Yezdan ji ber dilşewatîya xwe ya ji bo însanan mir.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Weşanxane
Nivîskar
Isbn
Sal
Rûpel
Werger

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar